Pervin Chakar

Opernsängerin, Sopranistin

*10.06.1981 li Mardin, Türkei

Pervin Chakar an de hat Elmanyayê û li Baden-Baden dijî

Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî, elmanî, İtalyan

Pervin Chakar li Mêrdînê (Kurdistana Bakûr) çêbûye. Piştî perwerdeya jorîn wê li Xwendingeha Berz a Hunerê li Amedê xwendiye. Bi awayekî serkeftî ji Zanîngeha Gazî (Enqere) wekî perwerdekara strînê govannameya xwe wergirtiye. A dawî li ba Oylun Erdayi strînê beşa Operayê xwendiye. Paşê xwendineke li Conservatorio F. Morlacchi li Perugia/Îtalyayê li ba Michela Sburlati wê şopandiye. Di govannameya ji bo ‘Master’ê de wê xalên herî bilind wergirtine. Ew beşdarî gelek pileyên masterê yên cûda bûye, li ba Montserrat Caballé, Luciana Serra, Lella Cuberli, Salvatore Fisichella, Mietta Sighele, Veriano Lu-chetti û Tiziana Fabbricini.
Pervin Chakar pêşbirkên navneteweyî yên cihêreng qezenç kiriye: (bijartî)
– Rêza 1. di 28. Maria-Caniglia – Pêşbirka Strînê ya navneteweyî li Sulmonayê de, Îtalya (bilî vî perûya taybet a Lotte-Lehmann-Foundationê li New Yorkê ji bo dengê jinan ê herî baş),
– Rêza 2. a 15. Pêşbirka Stranbêjan a navneteweyî li Alcamoyê (Sîcîlya),
– Rêza 2. di 4. Magda-Olivero- Pêşbirka Strînê ya navneteweyî de li Mailandê,
– Rêza 2. di 11. Marie-Kraja-Opera-Mîhrîcana Strînê ya navneteweyî de li Tiranayê, Arnawidistan,
– Rêza 1. di Pêşbirka Strînê „Primo Palcoscenico“ li Cesenayê de. Perûya awarte ji bo rola Gilda (Rigoletto) li Teatro A. Bonci, şef Fabrizio Maria Carminati,
– Rêza 1. di 3. Pêşbirka Strînê ya navneteweyî Giovanni Pacini li Florensê de (Perûya awarte dîsa ji bo rola Gilda li Teatro Civico li La Speziayê, Îtalya).
Di 2015an de ew wekî solîst di Semfonîya 4. a Gustav Mahler de bi Orkestraya Semfonîyê ya Bilkentê li Enqereyê bûye. Ji bilî vî ew di Mîhrîcana Cantiere d’Internazionale di Montepulciano de li Îtalyayê strîye.
Di 2018an de ew wekî solîst bi Filarmonîya Ciwan re li Kolnê bûye.