We're a strong network that believe in the power of theatre.

nexus girêdankeke şanoyî ya kurd û elman e.
Nexus tê wateya pêwendîyê. Pêşgavîya ku, bi piştgirîya Herêma NRWê, ji alî fringe ensembleya Bonnî ve hatiye afirandin berî her tiştî armanca pêşkeşkirina platformeke ji bo tiyatrogerên kurd ên ku li Elmanyayê dijîn dişopîne. Ev bingehê ji bo sazkirina girêdankeke ji tiyatrogerên kurd û elman çêdike. Rêzeworkshopeke ku ji pênc beşan pêk tê destpêka hevkarîyê pêk tîne û divê ew piştevanîya yekgirtîyan di navbera pêwendîdarên şanoyê yên kurd û elman bike. Baldarîya kê bi beşdarbûna workshopê hebe, ew dikare li ser vê perê bi me re pêwendî daîne.
Bi piştgirîya Mirza Metin, nivîserê kurd, derîner û lîstikvan → Şermola Perfomans û Hicran Demir, lîstikvana kurd a ku li Elmanyayê mezin bûye; ev arşîva tiyatrogerên kurd ên ku li vir dijîn – ango nivîskar, derîner, raxer, şanoger/lîstikvan, hunermendên vîdyoyê û mûzîkjenên şanoyê – dê bi awayekî domdar berfire bibe.
Ramana NEXUSê ji hevkarîya Frank Heuel → fringe ensemble û şanoger Mirza Metin → Şermola Perfomans – bi hişmendîya neasanbûna sazkirina warekî nû yê hunerî ji bo tiyatrogerên kurd ên ku li Elmanyayê dijîn – derket holê.
Em bi gengazîya danûstandineke geş a civateke ku çiqas diçe şên dibe dilşad in!