Armanca NEXUS – Rêzeworkshopê ew e ku tiyatrogerên kurd û elman bi hev bide nasîn û bi vê rêyê li ba wan danûstandineke hunerî hişyar bike.
Tiyatrogerên kurd dikarin çawa li Elmanyayê warekî hunerî ji xwe re bibînin? Heta niha li vê derê azmûnên çawa hatine serê wan? Pirsên çawa li ba tiyatrogerên elman ji hevkarên xwe yên kurd hene – û berevajî yên din ji wan? Kîjan mijar ji bo her du alîyan balkêşîyên rojane ne? Beşdarên workshopê dikarin çi li ser hevkarîya hemkarên xwe yên elman / kurd ragihînin? Kîjan dirûvên hevkarîyê ji bo elman û kurdan gengaz in? Ew çawa dikarin bên pêşvexistin û piştgirtin?
Mebest çêkirina pênc workshopan e, ango du ji wan îsal (2018) û sê jî heta nîvê sala pêşîn (2019). Danûstandin, ango ne hînbûna pratîkên binavkirî di bin çavdêrîyê de, armanca sereke ya van komên xebatê ne, ku di her yek ji wan koman de ji şeş heta deh hunermend dikarin cih bigirin. Her workshop bi çalakîyeke aşkera bi dawî dibe, ku şanohezên şopîner, hemkar û pêwendîdarên din tên vexwendinê.
Workshop li cihê provayê ê fringe ensembleya Bonnî li Bonn Bad-Godesbergê pêk tên. Serdanên bi hev re ji bo çalakîyên tiyatroyê gengaz in. Cih ji bo mayînê, tevî taştê, tên amadekirin. Pêdivî bi xwenivîsandinê heye. Pirtir agahî ji bo workshop û xwenivîsandinê li ser vê perê → li vir bistînin.
nexus Rêzeworkshop
Workshop II
16. – 18. Çirîya paşîn 2018
Gengaz e ku
Gengaz e ku
Workshop I
12. – 14. Çirîya pêşîn 2018
Warê Hunerî
Warê Hunerî