Alan Ciwan

* 16.04.1990 li Gercuşê, Tirkîye
Alan Ciwan ji sala 2017an vir ve li Berlinê dijî.
Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî, elmanî (asta bingehîn)
Alan Ciwan hê di ciwantîya xwe de tevkarî lîstikên şanoyê yên cihêreng bû. Di 2009an de mala xwe bar kir Stenbolê û karîyera xwe ya lîstikvanîyê li wir bi zimanê xwe yê zikmakî, ango bi kurdî (kurmancî) domand. Bi performansa xwe ya serbixwe “Di Tuwaletê De“ wî, wekî yek ji hunermendên herî pêşîn li Tirkîyeyê ku nimandinekê di zimanê kurdî de pêk anîye, gelek nîşanên girîng wergirt.
Alan Ciwan bi ser de wekî lîstikvanê dengî kar dike û wî bernameya “Kurd Îdol“ jî bi awayekî serkeftî pêşkeş kir. Ew di 2017an de hat Elmanyayê. Di sala 2018an de wî li Tiyatroya Maksim Gorki ji bo hilberîna “Lö Grand Bal Almanya, 57 Jahre Scheinehe – Ein Singspiel“ kar bi dest xist.