Bilal Bulut
Lîstikvan

* 20.03.1982 li Batmanê, Tirkîye
Bilal Bulut di sala 2017an de hat Elmanyayê û li Hamburgê dijî.
Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî
Bilal Bulut li Stenbolê li tiyatroya Navenda Çandê ya Gaziosmanpaşa dest bi karîyera xwe ya tiyatroyê kir û wî ew di 2002yan de li Navenda Çandê ya Mezopotamya domand. Di sala 2006an de wî li Stenbolê li Zanîngeha Kadir Has dest bi xwendina sînema û tiyatroyê kir; pêre dev ji wir berda û derbasî Xwendingeha Plato Film bû, ku paşê li vir du sal beşa lîstikvanîyê xwend. Dûre ew herî pêşî di hilberandinên tiyatroyên zarokan de lîst û wî salek waneyên dramaturjîyê dan. Paşîyê li Stenbolê karên wî berê wî da komên serbixwe yên cihêreng û fîlman.