Ferhat Keskin

Lîstikvan

* 10.12.1967 li Çewlîgê, Tirkîye
Ferhat Keskin di sala 1981ê de hat Elmanyayê û li Duisburgê dijî.

f.keskin@hotmail.de

http://filmmakers.de/Ferhat-Keskin

Ziman
Kurdî, tirkî, elmanî

Ferhat Keskin di sala 1981ê de mala xwe bar kir Elmanyayê û di 1989an de di şanoyên serbixwe de dest bi karîyera xwe ya lîstikvanîyê kir. Ji 1992an heta 2006an wî di civata lîstikê ya Theater an der Ruhr de, ya ku di bin rêveberîya Roberto Ciulli de bû, cih girt. Ji sala 2006an vir ve ew wek lîstikvanekî aza li tiyatroyên cuda di fîlmên televizyon û sînemayê de xwe nîşan dide. Wekî din ew li Herêma Kurdistanê û li Tirkîyeyê wekî derînerê tiyatroyê kar dike. Di nav lîstikên ku ji alî wî ve ji bo nimandinê hatine amadekirin de “Bluthochzeit“ (kur. Daweta Xwînî) ya F. Garcia Lorca, “Die Ausnahme und die Regel“ (kur. Awarte û Rêzik) a B. Brecht û “Yasar, er lebt und er lebt nicht“ (kur. Yaşar ne dijî ne najî) ya nivîskarê tirk Aziz Nesin hene.
Keskin li Elmanyayê li ser projeyên tiyatroya bi ciwanan re kar dike: Wî li Theater an der Ruhr “Das Türkisch Hochzeit“ (kur. Daweta Tirkan) û “Licht bitte“ (kur. Ronkahî ji kerema xwe) nîşan dan. Ji bo “I Kill You“ (kur. Ez Te Dikujim), ku ew jî li Theater an der Ruhr bû, wî di 2010an de xelata “Kultur prägt! Künstlerinnen und Künstler begegnen Kindern und Jugendlichen“ (kur. Çand dirûv dide! Hunermend û zarok û ciwan digihên hev) a Rêvebirîya Herêmî ya NRWê wergirt.