Yadigar Uzun
* 16.06.1980 li Duisburgê, Elmanya
Yadigar Uzun li Duisburgê dijî û li wir kar dike.
Ziman
Elmanî, tirkî, kurdî, înglîzî
Yadigar Uzun piştî xwendina xwe pêşîyê bi zarok û ciwanan û bi hunermendên ji cûreyên cihê re kar kir. Ew wekî lîstikvan li Duisburgê di Koma Tiyatroya Kiebzê û pêre navneteweyî di projeyên tiyatroya dansê û ya jiberxweyî de dihat dîtin. Di çarçoveya bernameyeke ewropî ‘Freiwilligenjahr‘ (kur. peywira salane ya daxwazî) de wê salekî li Stenbolê li Tiyatroya Gaf, ya ku şahîyên muzîkê û pêşangehan jî li dar dixistin, derbas kir. Ji 2006an vir ve Yadigar Uzun hem wekî lîstikvan hem jî wekî alîkara raxistinê di hilberandinên tiyatro, televîzyon û fîlman de cih digire. Wê ji bo projeya fîlmê “Draht“ (kur. Têl) ya Övünç Güvenışık berpirsyarîya raxistinê hilgirt.