Rezan Aksoy
Derîner

* 01.01.1987 li Mêrdînê, Tirkîye
Rezan Aksoy ji sala 2016an vir ve li Berlinê dijî.
Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî, elmanî
Rezan Aksoy li başûrrojhilatê Tirkîyeyê çêbûye û wî li İzmirê li Zanîngeha Dokuz Eylülê beşa dramaturjî û nivîsîna şanoyê xwendiye. Piştî xwendina xwe, di 2015an de, wî li Tiyatroya Şarî ya Kuşadası û li İzmirê li Tiyatroya Karşı Sanat wekî derîner kar kir. Di sala 2016an de divîya ew wekî penaberê polîtîk li Elmanyayê daxwaza penahê bike û ji wê gavê vir ve ew li Berlînê dijî. Li wir di 2018an de wî lîstika “Woyzeck“ a Büchnerî ji nimandinê re amade kir, ku nîşandana wê ya pêşîn li Südblockê pêk hat.