nexus Workshop III

1. bis 03. Februar 2018

Encama Workshopa nexusê ya III

Beşdar: Maja Das Gupta, Volker Lüdecke, Mirza Metin, Wajiha Said, Ulrike Syha, Helim Yusiv

Wergêr: Nihat Mert

Kom: Frank Heuel, Jennifer Merten, Hicran Demir

Di workshopa nexusê ya III de ji ber ku giranîya karûbarên hevpar ji nivîs, gotûbêj û dramaturjîyê pêk tê, nivîskarên kurd û alman bi ser hev de hatin.

Mirza Metin ji mêvanan derxwestibû ku di amadekirina hevdîtinê de monologeke ku bi hevovaka “Û paşê kesekî/e biyanî ket hundir…“ ve girêdayî binivîsin.

Workshop bi hevnasîna nivîskarên vexwendî dest pê kir. Piştî Jennifer Merten pêşketina hevkarîya heta wê gavê û armancên nexusê da nasîn, kesên amade li ser çanda xwê, li ser awayên jiyan û karên xwe ketin gotûbêjê.

Xuya bû ku, nivîskar nêrînên pir cihê dişopînin – û bi rengekî wisa ku ji reh û zimanî aza ye. Şeva pêşîn bi vegotinên ji efsane û çîrokên cuda yên her du kulturan bi dawî bû.

Roja duyamîn a workshopê bi xwendena mogologên ku nivîskar bi xwe re anîbûn di zimanê kurdî û almanî de dest pê kir – berîya workshopê ev jixwe hatibûn wergerandin. Di danûstandina paşê de rîtmên nivîsê, taybetmendî û naverokên cihêreng ên monologan mijara axftinê bûn. Nivîskar dikaribûn di her xusîsîyetê de hevparîyan bidîtana, ku bi pêwendîdarîya wan a li ser mijarên diyar ve girêdayî ne.

Paşê pêvajoyeke xebatê ya nivîsîna înteraktîf vê yekê şopand: Mirza Metin formatek nîşan da, ku bi vê yekê divîyabû nivîskar li ser nivîsandina nameyên di kateke diyarkirî de danûstandineke dînamîk peyda bikirana: Li gor vî awayî nivîsîneke li hember hev dihat pêkanîn, ku tê de nivîskar him ji devê xwe him jî ji devê qehremanê nîgaşî yê monologa xwe dihat ziman. Di zikê navberên ku çi qas diçû kurttir dibûn de name hatin pêk anîn, pêşkêşkirin, wergerandin û bersivandin.

Di roja sêyem, ango a dawî ya xebata hevpar de hevkarîyên nû û derfeta formeke gotarî ya nivîsên ku heta niha derketine holê hat nirxandin û pîlankirin. Pêre Mirza Metin pêşniyar kir ku nivîskar pîştî workshopê – di bin enspîrayona xebata hevpar û danûstandina naverokî de – monologeke nû binivîsin. Lêzêdekirinên di nivîsan de dê wekî bingeh ji bo workshopa nexusê ya çaremîn bê bikaranîn, ango workshopa çaremîn divê bi rêya lîstikvanên kurd û alman bi pêşkêşkirina nivîsan dawî bibe. Ev workshop dê ji 26 heta 28ê Nîsana 2019an pêk bê.

Xak | Nivîskar

“Û biyanek kete hûndir”
Şanonûsên kurd û alman dîdarê hev tên

Xebatê Neksus berdewam dike û şanonûsên kurd û alman tîne dîdarê hev.
Sala çûyî me li dora du babetên mîna “xaka hunerî” û “ziman” lîstikvan, derhêner û sêwirînerên kurd û alman civandibûn û du hep atolye çêkiribûn. Îsal jî em ê yekem civîna xwe tevî şanonûsan pêk bînin. Neksus sê nivîskarên kurd û sê nivîskarên alman dê bike mêvan.

Li gorî vê atolyeyê her nivîskarek berî ku were xebatê divê rûpelek monolog binivîsin. Nivîskar babetên monologên xwe ji hevoka “Û biyanek kete hûndir” dê bigirin û li gor vê binivîsin. Hemû monologên kurdî dê bê wergerandin bo zimanê almanî û her wiha monologên almanî jî dê bê wergerandin bo kurdî. Hemû monolog di atolyeyê de ji nû ve dê bên nivîsandin û teksteke ku ji 6 monologan pêk tê dê derkeve holê. Teksta ku derkeve holê di atolyeyeke nû ya Neksusê de tevî lîstikvanan wekî şanoya xwendinê dê were xwendin.

Résumé

Workshop