nexus Workshop II

16. – 18. Mijdar 2018

Kurteya Workshopa Duyemîn

Di nexus-Workshopa duyemîn de lîstikvan Fermesk Abdolrahman, Bilal Bulut, Aziz Capkurt, Hicran Demir, David Fischer, Frederike Baldin, Sevim Kesbir, Ferhat Keskin, Andreas Meidinger und Gıyasettin Uçun, wekî birêveberên Workshopê Mîrza Metin û Frank Heuel pê re wekî komeke din Annika Ley, Claudia Grönemeyer û Jennifer Merten beşdar bûn. Wergêr Nihat Mert bû.

Di vê workshopa duyemîn de divîya a dawî pratîk bihata karkirin. Ji bo vî Mîrza Metin nivîsarek hilbijart, nivîsareke ku bi elmanî û kurdî berdest e û bi ser de jî navenda mijara xwe ziman e, ango qedexebûna zimanî ye. Bijartina nivîsara BERG-SPRACHE / ZİMANÊ ÇİYA ya Harold Pinter ji alî beşdaran ve gelek lêhatî hat dîtin. Yek ji lîstikvanan, Bilal Bulut, lîstikê baş nas dikir, ji ber ku wî ew li teatroyeke kurd ji du salan pirtir lîstibû. Di dawîya workshopê de jî pirahîya beşdaran bi taybet bi lêv kirin ku bijartina vê nivîsarê ji bo karê di bin navê Niştiman | Ziman de tê meşandin gelek di cih de bûye.

Êvara pêşîn mijar ew bû ku ev nivîsara kurt bê nasîn. Ew di komikê de carek bi zimanê kurdî û carek jî bi zimanê elmanî hat xwendin. Hîndarîyên biçûk ên bi her du zimanan rê da întibayeke pêşîn, gelo çawa mirov dikare bi her du zimanan – bêyî ku yek ji yekê fehm bike – bi awayekî gotûbêjekê deyne.
Roja din Mîrza Metin, Frank Heuel û lîstikvan bi çar rûpelên pêşîn ên nivîsarê kar kir. Herî pêşîn formeke duzimanî hat pêkanîn. Bi rêya dabeşkirina beşdaran bi du koro û lîstikvaneke serbixwe derfeta rewşa şanoyî jî peyda bû. Li navendê jî her wiha tecrubeyên pêşîn ên li gel hev – ên bi duzimanîyê di wê şanoyê de – hebûn: Çi derdiçe, gava ku nivîsarek du zimanan di nav hev re bike? Çi tê serê têgihîştina nivîsarê? Naverok xwe ji zimanê peyvkî pê ve bi rêya ahengê, pileya dengî û hwd. çawa radiguhêze? Axaftina koroyî di zimanê xwe de, di zimanê biyanî de çawa dixebite? Hevahengîya min çawa dikare hevşiyanekê bibîne? Bi rêya çi naverok xwe radigihîne, gava ziman nefehmbar bimîne? Ev mijar bi rêya provayan hatin vekolîn.
Spêdeya yekşemê me kurteyeke kin a workshopê wek awayekî Lecture-Performance amade kir û pêşkeşî hawira teatroyê ya navxweyî kir.

Xak û Ziman

Lîstikvanên Kurd û Elman di duwemîn kargeha Neksusê de dê bi hev re bixebitin. Di vê xebatê de hêmaya bingehîn ziman e, ji bo lîstikvanan ziman amûrkê bingehîn e û bi riya zimanê lîstikvan dikarin xwe azad û li ser xaka xwe hîs bikin.

Di dîrokê de gelek caran çand û zimanê Kurdî bi destê desthilatdaran hate qedexe kirin. Ji ber vê yekê zimanê zikmakî xwedî cihekê tahbet û grîng e. Her wiha di kevneşopa şanoya Elmanan de jî ziman xwedî cihekê girîng e.

Lîstikvan di vê kargeha duwemîn de dê li ser tekstekê ku him di Kurdî de û him jî di Elmanî de heye bixebitin. Her wiha tekst qedexekirina zimanekê, girîngiya hesesiyeta axaftinê û îfadekirina wan tiştan tîne ziman. Di dawiyê de pirsa me ev e: Bi du zimanan û bêyî ma’neya hevokan li ser dikê em çawa dikarin bigihêjin asteke teatral.

Ev kargeh bi rêvebirî û hevkariya şanonûs, derhêner û lîstikvan Mîrza Metîn û derhêner û rêvebirê hunerî ya fringe ensembleê Frank Heuel ve dê pêk were.

Hûn hemû vexwendîne Xak û Ziman

18 Sermawez 2018, Yekşem, Saet 11:30 li Hansa-Haus, Bonn, Bad Godesberg (Du deqqe ye ji Bahnhofa Bad Godesbergê)

Roja yekşemê nîvro emê deriya salonê ji mêvanan re vekin û xebatên xwe ji mêvanên xwe re nîşan bidin. Xebatekê bi du zimanî çawa dibe û lîstikvanên Kurd û Elman bi hev re çi dikin emê wê nîşanî we bidin. Dû re jî emê bi mêvanên xwe re gotûbêjekê çêbikin û di gotûbêjê de wergêrek navbera du zimanan de dê wergerê bike.

Înî, 16. Mijdar 2018
Piştî nîvroGihîştin
18:00hevdîtin li theaterimballsaal.
Erstes Kennenlernen.
Vorstellung / Lesen des Textes.
Șemî 17. Mijdar 2018
Workshop/kargeh di saet 10:00 de li HANSA-HAUS, Bad Godesberg destpêdike
10:00 Xebata bi tekstê bi her dû zimanan
11:30Bêhnvedana qehwê
11:45Xebata bi tekstê bi her dû zimanan
13:30Bêhnvedana nîvro bi xwarinek sivik li Hansa Haus
14:00Xebata bi tekstê bi her dû zimanan
15:30Bêhnvedana qehwê
16:00Amadekariya performansek piçûk bi tekstê/axaftin
20:00temașekirina DIE FLANEURE / LONDON, im theaterimballsaal.
Yekșemî, 18. Mijdar 2018

10:00Hevdîtin û amadekarî
11:30Axaftin / lecture performance
13:00de Dawîya kargehê/workshop
Baldarîya kê ji bo beşdarbûna workshopê hebe, ji kerema xwe bila emaîlek bişînin ser mail@nexus-theatre.net
Résumé

Workshop