Gıyasettin Uçun

Lîstikvan

* 26. Nîsan 1990 li Şirnax Hezexê, Kurdistana Bakûr
Giyasettin Uçun di 2018an de hatiye Elmanyayê. Niha li Elmanyaya Başûr dijî.

giyasettin.ucun@gmail.com

Ziman
Kurdî, Tirkî

Gıyasettin Uçun li Stenbolê li ba Nazlı Benan Özkaya, Kamer Yildiz û Çetin Ok dest bi perwerdeya xwe ya lîstikvanîyê kiriye. Ew di gelek berhemên koma teatroyê ya Tiyatro Bileşke de û di fîlmên sînemayê yên kurdî û tirkî de lîst, wekî mînak di sala 2014an de di fîlmê “Gecenin Tenhası“ de cih girtiye. Di sala 2015an de ew çûye Amedê û li wira du sal û nîvan wekî dublajvan û derînerê dublajê ji bo zimanê kurdî di kanala zarokan Zarok TVyê de kar kiriye. Di 2015an de wî di fîlmê “Çardeh Tirmeh“ de Gıyasettin Uçun lîstiye. Di sala 2018an de wî ji ber sedemên siyasî û pîşeyî terka Tirkiyeyê kiriye.