Sait Külen

* 14.01.1980 li Hezexê, Kurdistan
Sait Külen di nîsana 2017an de hatiye Elmanyayê û niha li bajarê Gießenê dijî.
Ziman
Kurdî, Tirkî, Înglîzî, (zanîna bingehîn), Elmanî (zanîna bingehîn)
Sait Külen berî ku li Stenbolê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê MKM perwerdeya xwe ya dusalî ya lîstikvanîyê çêke, wî li Amedê li Zanîngeha Dicleyê Geştûguzarî û Karsazî xwendiye. Wî di gelek lîstikên teatroyê û fîlmên kurdî de cih girtiye, wekî mînak Bahoz (2008) û IZ-RÊÇ (2011) jî di nav de. Wî li Stenbolê bi salan bi koma teatroyê ya kurd Avesta re kar kiriye, di lîstika zarokan “Masîreşa biçûk“ (2015) a MKMê de û di “Bêlome“yê (2015) de, ya ku berhemeke Teatra Zîv e, lîstiye. “Bêlome“ ne bi tenê li Stenbolê, lê li Teatroya Bajarî ya Amedê û li Mêrdînê jî hatiye lîstin.