Orhan Müstak

Lîstikvan
Orhan Müstak _ Foto Urban Ruths

* 01 hezîran 1984 li Cizîrê, Tirkîye
Orhan Müstak ji sala 1995an vir ve li Oldenburgê dijî.

kontakt@orhan-muestak.de
www.orhan-muestak.de

Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî, elmanî

Orhan Müstak di 1995an de tevî malbata xwe wekî penaber hat Elmanyayê û wî hê di demên xwe yên dibistanê de di komên şanoyê yên ciwanan de tecrubeyên lîstikvanîyê berhev kirin.
Di sala 2007an de ew ji bo xwendina lîstikvanîyê ji alî xwendingeha berz ve, ango Hochschule für Musik und Theater Rostock, hat girtin û di 2011an de wî ji wir bawernameya xwe stand. Ji wê gavê ve ew bi karê hilberandina fîlmên televîzyonê û bi tiyatroyê mijûl e, wekî mînak li Landesbühne Niedersachsen Nordê, li Volksbühne Baselê, li Theater Freiburgê, li Theater Dortmundê, li Volkstheater Rostockê û li Staatstheater Oldenburgê. Di 2018an de ew li Kulturbühne Berneyê performansa serbixwe “Dreck“ (kur. Qirêj) nîşan dide û li Volksbühne Baselê jî di hilberandina “Isabell“ de dikare bê dîtin. Ji bo sala 2019an wî li Ohnsorg Theater li Hamburgê kar girtiye.