Mirza Metin

Derîner, Lîstikvan, Nivîserê
Foto: George Checherita

* 07.11.1980 li Kersê, Tirkîye
Mirza Metin li Elmanyayê û li Stenbolê dijî û kar dike.

mirzametin@gmail.com

Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî

Şirîk û derhênerê hunerî yê Şermola Performansê

Kordînatorê Beşa Zimanê Kurdî ya Eurodramê (Tora Ewrûpayê ya Wergera Dramayê)

Hevderhênerê Neksûsê (Kombenda Şanogerên Kurd û Alman)

Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill xebitî. Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoxlûyê wî Şermola Performans (ya navê xwe yê berê Destar Theater) damezirand. Metîn di warê nivîskarîyê, derhênerîyê û ekterîyê de ji alîyê gelek sazîyan ve hate perrûkirin. Mîrza Metînê ku berhemên xwe bi Kurdî û bi Tirkî dinivîse, heta niha 16 heb şanoname nivîsîne û 14 ji wan ji alîyê wî bi xwe ve û ji alîyê derhênerên cîyawaz ve hatine bisehnekirin. Hin şanonameyên wî hatine wergerandin bo zimanên wek Zazakî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî û Tirkî. Metîn bi têksta Aç Köpeklerê (Kûçikên Birçî) ve hate vexwendin bo “PEN World Voices Playwright Festival” (2017, New York). Têksta Kûçikên Birçî di bijartina 2017an a Komîteya Tirkî ya Eurodramê de yekemînî bi dest ve anî. Têksta Rawestgeharaf bi derhênerîya Frank Heuelî û bi hevkarîya Şermola Performans û fringe ensembleê (ya li Bonnê) hate bisehnekirin (2017, Stenbol). Bi têksta Rawestgeharafê ve hate vexwendin bo “Welt/Bühne Festival” (2017, Munîx). Her wiha têksta Rawesgeharaf bo “Goethe Institute Theaterbibliothek” hate hilbijartin û bi edîtorî û weşangerîya “Theater der Zeit”ê ve li Almanyayê bi şêweyê dicîtal hate weşandin. Metîn bi şanonameyên xwe yên wek Serencama Qijikan û Panopticonê ve bû beşdarê Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stembolê. Her wiha, Metîn di 2018an de bû bûrswergirê “Akademie Schloss Solitude, Jean-Jacques Rousseau Fellows 2018”ê û di çarçoveya vê bûrsê de bi navê “Dramatûrcîya Êgir” bendek nivîsî û ev bend di kovara bi navê International Theatre Research de belav bû ku yek ji weşanên Zankoya Cambridgeê ye. Têksta wî ya şanonameyê, Dîsko 5 No’lu, ku 8 salan li ser dikê bû, hate hilbijartin bo “An Anthology of Documentary Drama From Turkey”ê. Di çarçoveya bûrsa Martin Roth Initiativeê de ji bo fringe ensembleê wî şanoname nivisîn.

Mîrza Metîn ev du sal e li Almanyayê dimîne û li jêr banê Şermola Performansê û fringe ensembleê wekî nivîskar û derhêner di xebatên xwe de berdewam e. Bi xwe carinan ji bo T24ê nivîs û bendan dinivîse. Berhemên wî yên bi Kurdî û Tirkî ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve, yên bo zimanê Fransizî wergerandî jî ji alîyê Maison d’Europe et d’Orient ve têne weşandin. Mîrza Metîn nivîskarê kitêbên bi navê Reşê Şevê (ya bi hevkarîya li gel Berfîn Zenderlîoxlûyê hatî nivîsîn), Lîstikên Tomerî 1, Jêrzemîn/Şanoya li Jêrzemînê û Ziwsichenhaltê ye.