Kurteya Workshopa Pêşîn
Di nexus-Workshopa pêşîn de Fermesk Abdolrahman, Bilal Bulut, Aziz Capkurt, Melina Delpho, Hicran Demir, David Fischer, Claudia Grönemeyer, Rabia Heybetoğlu, Annika Ley, Andreas Meidinger, Jennifer Merten, Yadigar Uzun, wekî birêveberên Workshopê Mîrza Metin û Frank Heuel beşdar bûn. Wergêr Nihat Mert bû.
Du rojan me li ser raman û bendewarîyên di warê nexusê de da û stand, me nêrînên estetîka teatroyê, awayên lîstikê û tecrubeyên têgihîştinê di teatroya Kurd û Elman de dan zanîn û ew nîqaş kirin.
Beşdarên workshopê danîn û karûbarê girêdanka teatroyê ya kurd-elman a nû bi vê hêvîyê ve girê dan
- wekî hunermend lê ne wekî alîyekî dîskûreke siyasî werin dîtin,
- ji bo karên xwe yên teatroyê pêwendîyên pirferheng deynin,
- di karî de ziman û mirovên cihêreng bigihînin hev,
- di hîzayekî wekhev de rastî hev bên,
- bi hev re girêdankê bi awayekî berdewam ava bikin û fikir û ramanan bi hev biguhêzin,
- bi ser girêdankê ve li Elmanyayê rêyekî ber bi dikê ve bibînin,
- di karûbarê hunerî de tiştekî/cihekî wek niştiman bibînin,
- di karkirina bi hev re de bingeh ji bo têgihîştin û vegotinê bi dest bixin.