Fermesk Abdolrahman

Lîstikvan
Foto: Nasih Ali

* 02.09.1965 li Silêmanîyê, Îraq
Fermesk Abdolrahman di sala 1983yan de hat Elmanyayê û li Stuttgartê dijî.

fermesk_mustafa@yahoo.de

 

Ziman
Kurdî, erebî, elmanî

Fermesk Abdolrahman li Îraqê hat dinê. Wê li zanîngehê li Bexdayê beşa zanista şanoyê xwend. Piştî bidawîbûna xwendinê wê bi salan weke mamoste li Silêmanîyê li Xwendingeha Berz a Hunerê û li Hewlêrê li Zanîngeha Selahedîn (Akademîya Hunerê) kar kir. Bilî vî ew li Îraqê bû tevkarê kanaleke radyoyê ya jinan û wê li Duhokê li wargeheke penaberan weke hêvojera tiyatroyê kar kir.
Fermesk Abdolrahman li Stuttgartê dijî, li wir koma xwe ya tiyatroyê bi rê ve dibe û bi salan e wekî lîstikvan û di rêxistinên çandî yên cihêreng de weke karmendeke xwazyar kar dike. Di 2017an de wê li Theaterhaus Stuttgartê di lîstika “7 Minuten“ (kur. 7 Deqîqe) de xwe nîşan da.