Hawre Zangana

Lîstikvan, Nivîserê, Derîner
Foto: iaf e.V.

* 11.01.1961 li Kerkûkê, Kurdistan
Hawre Zangana di 1986/1987an de hat Elmanyayê û li Munîhê dijî.

zangana.k@gmail.com

 

Ziman
Kurdî, erebî, farisî, elmanî

Hawre Zangana di sala 1986an de hat Elmanyayê û wî xwendina xwe ya berz di beşa zanista şanoyê, hêvojerî û giyannasîya civakî de di 1999/2000î de li Ludwig-Maximilians-Universität Münchenê bi dawî kir. Di sala 2017an de li wir doktoraya xwe bi sernavê “Theater als unsichtbarer Therapeut“ (kur. Şano wekî Terapîkereke Niximandî) çêkir. Di 2002yan de pirtûka wî ya bi navê “Das Theater als Form des Widerstands in Kurdistan“ (kur. Li Kurdistanê Şano wekî Dirûvê Serhildanê) derket. Hawre Zangana li Şarê Munîhê wekî çandwergêr kar kir; ku herwisa wî wekî destpêker û rêxîner jî ji projeyên tiyatroya bi ciwan û kesên gihayî re rêberî kir, ku gelek ji van projeyan di warê navçand û întegrasyonê de bûn. Wî di rêveberîya Rêxistina Konferansên Şanoya Kurdî li Munîh û Nurnbergê de cih girt. Wekî din Hawre Zangana fena nivîser kar dike, nivîsên şanoyê û gotaran li ser şanoyê dinivîse (wekî nimûne ji bo “Theater der Zeit“ (kur. Şanoya Katê)).