Ismail Zagros

Lîstikvan

* 15.01.1984 li Dîlokê, Kurdistan
Ismail Zagros di 1995an de hat Elmanyayê û li Kölnê dijî.

ismail-zagros@web.de

https://filmmakers.de/ismail-zagros

Ziman
Kurdî, elmanî, tirkî, înglîzî

Ismail Zagros di 1995an de hat Elmanyayê û xwendina xwe ya şanoyê li akademie für darstellende kunst adk-ulmê bi dawî kir. Di ber roline tiyatroyê de, wekî mînak li Theaterhaus Stuttgartê, Ismail Zagros van salên dawîyê di gelek karên televîzyon û sînemayê de hem li Elmanyayê hem jî li Kurdistanê lîst. Di sala 2013an de wî di fîlmê “Mardan“ de rola sereke hilgirt. Ev fîlm li gelek mîhrîcanan, wekî nimûne li Stenbol û Torontoyê, hat nîşandan û pir car ji bo xelatên navneteweyî hat binavkirin. Wî di 2017an de wekî lîstikvanê sereke yê herî baş ji bo fîlmê ku pirrengî hatibû perûkirin, ango ji bo fîlmê “Die Schwalbe“ (kur. Hecîreşk) li Hewlêrê xelat wergirt.