Metin Yilmaz

* 18.08.18 li Tuzlayê, Tirkîye (Stenbol)
Metin Yilmaz ji sala 2017an vir ve li Kölnê dijî.
YouTube Metin Yilmaz & Kaval
Ziman
Kurdî, tirkî, înglîzî, elmanî (asta bingehîn a berfireh)
Metin Yilmaz bilûrvanekî kurd ê ji Tirkîyeyê ye. Wî bi gîtara klasîk dest bi karîyera xwe ya muzikê kir. Wî li Stenbolê li navenda çanda kurdî MKMê û di komên cihêreng de jenand. Wî û hînkerekî bilûrê hev nasîn, wî jê wane girtin û biryar da, ku bilûrê ji bo muzîka xwe bike amûra sereke. Di 2005an de wî mala xwe bar kir hat Elmanyayê û li vir bi muzîkjenên cûr bi cûr ên kurd, tirk û elman re kar kir. Di sala 2008an de wî bi Bremer Philharmonikerê re ji bo lêanîna operayî ya fîlmê “Gegen die Wand“ (kur. Ber bi Dîwêr ve) jenand. Di 2009an de ew çû Awistalyayê û wî li wir di 2013an de û di 2016-17an de li Sydney Conservatorium of Musicê xwend. Wî du komên muzîkê bi hev xist û li cihên wekî peristgehên cuda yên Sydneyê, mînak li Operaya Sydneyê, muzîka xwe îcra kir. Metin Yilmaz niha li Kölnê dijî.