Helim Yusiv

* 07.12.1967 li Amûdê/Rojava, Sûrîye
Helim Yusiv di sala 2000an de hat Elmanyayê û li Wuppertalê dijî.
Ziman
Kurdî, erebî, elmanî
Nivîserê kurd Helim Yusiv berhemên xwe bi zimanê kurdî û erebî nivîsî. Wî roman, kurteçîrok û lîstikên tiyatroyê pirtir li Libnan, Îraq, Îran, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Înglîstan, Elmanya û li Tirkîyeyê çap kirin. Bi tenê kêm berhemên wî karîbûn li Sûrîyeyê werin weşandin.
Ji sala 2000î vir ve ew li Elmanyayê dijî. Li vir heta niha deh berhemên wî peyda bûne, ku di nava wan de roman, çîrok û çar lêanînên şanoyê (“Komara Dînan”, “Bidarvekirina Pozekî”, “Sol û Serî’’, “Rawestgeha Tirênan ya Cîhanê”) hene. Projeya wî ya vê dawîyê ‘’Sound of the City-Heimatverlust‘‘ (kur. Dengê Bajêr-Windabûna Welatekî) ji bo koma tiyatroyê ya Wupperspuren di serê sala 2018an de li Mala Şanoyê ya Wuppertal hat lidarxistin.